Li Zanîngehên Kobanê û Rojava ku serdema qeyda sala 2019-2020’an dest pê kiriye serlêdan zêde ne.
Serlêdanên îsal li gorî salên bihurî zêde ne.
Ya balkêş, îsal gelek xwendekar ji bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê jî serdana Zanîngeha Rojava dikin.
Her wiha qeydên xwendekaran li gorî notên derbasbûnê yên lîseyê ne .
Her xwendekar dikare 3 daxwazan hibijêre.
Li herdu zanîngehan bi giştî 22 beşên cuda hene.
Qeydkirina xwendekaran wê heta 5’ê Cotmehê bidome.