Li Zapê 7 Leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Di encama çalakiyên gerîla de li Zapê 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku cenazeyên 4 leşkeran jî di bin kontrola hêzên wan de ne.

Li ser çalakiyên gerîla û êrişên arteşa Tirk a dagirker Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl,

4’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî gerîlayên HPG û YJA Starê li arteşa Tirk dan.

Di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin û 5 çeper jî hatin derbkirin.

HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola hêzên me de ne

Her wiha HPG’ê diyar ku dagirkerên ku xwestin teqemeniya li tunelên şer bi cih bikin, bi rêbaza sabotajê çalakî li hemberî wan hate kirin û got:

Teqemeniyên ku dagirkeran dixwestin li tunelên şer bi cih bikin bi wan ve teqiyan.

Di çalakiya li vir de jî 4 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê ragihand ku cenazeyên dagirkerên li wir hatin kuştin di bin kontrola hêzên wan de ne.

Têkildarî êrişên dagirkeran jî HPG’ eşkere kir ku Herêma Metîna 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di çalakiyên gerîlayan de li Zapê 3 dagirker hatin kuştin

Back to top button