5 sal bi ser damezrandina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê damezrandina xwe pîroz kir û got;
“Em ê bi yekîtî û hevgirtina xwe têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî mezin bikin û lîstikên li ser Dêrazorê pûç bikin. Em ê bi hemû hêza xwe projeya demokratîk ya li herêmê biparêzin.”
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6’ê Îlonê sala 2018’an hate damezrandin.
Bi boneya salavegera 5’an Rêveberiya Xweser daxuyanî da û damezarandina xwe li gelên herêmê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Rêveberiya Xweser weke projeyeke demokratîk ya li ser bingeha wekhevî, vîna azad û jiyana hevbeş ya tevahî gelên herêmê hatiye avakirin û wiha hate gotin:
Rêveberiya Xweser: Em ê xebatên xwe yên çareseriya siyasî bidomînin
“Rêveberiya Xweser li Sûriyê rêya sêyemîn esas girt. Di demeke kurt de aramî li herêmê mayînde kir û li dijî êriş û terorê yekîtiya di navbera gelan de xurttir kir.
Projeya siyasî û nîştimanî ya Sûriyayê a li ser bingeha yekitiya Sûriyê pêşniyar kir û pabendî wê ma.
Ji bo çareseriya siyasî û bi dawîkirina pirsgirêkan xebatên girîng meşand û hê jî têkoşîna xwe ya parastina destkeftiyên gel û demokratîkbûna Sûrîyê didomîne.
Di serî de Hikûmeta Şamê divê hemû hêzên Sûrî ji bo danûstandinan bikevin nava hewldanan.”
Di daxuyaniyê de li ser rewşa ewlehî û têkoşîna li dijî terorê jî ev tişt hate gotin;
“Hêzên ewlehî û leşkerî şerê li dijî terorê û êrişên dewleta Tirk a dagirker didomînin.
Tevî hemû hewldanên fitne û tevliheviyan jî Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina xeteriyan û parastina desketiyan têkoşîna xwe didomîne.”
Rêveberiya Xweser: Em ê bi hemû hêza xwe projeya demokratîk biparêzin
Rêveberiya Xweser bal kişande li ser xebat û pêşketinên ku di warê xizmetguzarî û tenduristiyê de hatine kirin.
“Tevî hemû astengiyan jî di perwerde, tenduristî û xizmetê de gelek gavên girîng hatin avêtin. Di van mijaran de gelek xebatên projeyan dewam dikin.”
Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe projeya demokratîk ya li herêmê biparêzin û wiha bi dawî kir;
Rêveberiya Xweser: Em ê fitneya li Dêrazorê pûç bikin
“Em ê destûrê nedin ku ti kes yekîtî, xwişk û biratîya gelên herêmê têk bibe. Em ê bi hevgirtin û têkoşîna gelên herêmê fitneya li Dêrozarê pûç bikin xebatên aramiya herêmê geştir bikin.
Em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin û bi yekîtî û têkoşîna xwe herêmên dagirkirî rizgar bikin.”