Xelîfe Hefter: Em ê operasyonên xwe ji bo rizgarkirina Terabulsa paytext bidomînin

Piştî hevdîtina di navbera Putîn û Erdogan de herdu aliyan ji bo Libyayê daxwaza agirbestê kiribûn. Lê îro Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku ew ê operasyonên xwe ji bo rizgarkirina Terabulsa peytext bidomînin.

Serkêşê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ragihand ku ew ê operasyonên xwe ji bo rizgarkirina Terabulsa paytext bidomînin.

Li aliyeke din, Artêşa Niştîmanî teqez kir ku keîtbeya bi navê 604 ku ser ewlehiya Sêrtê disekinî tevlî artêşa wan bûn.

Her wiha sefîrê Lîbyayê yê li Xînyayê “Sebrî Bereke” ragihand ku ew xwe ji hikûmeta Wîfqê vediqetîne û piştgirya xwe ji bo Artêşa Niştîmanî nîşan da.

“Sebrî Bereke” got; sedama tişta kirî ji ber ku hikûmeta Wîfaqê bû sedem ku Tirkyê tevlî welatê wan bibe.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ YA MAFÊN MIROVAN:
DERDORA 260 ÇETEYÊN DIN JI BO LÎBYAYÊ HATINE ŞANDIN

Ji aliyê xwe ve Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku derdora 260 çete yên girêdayî dewleta Tirk ji bo Lîbyayê hatine şandin.

Wiha jî hejmara çeteyên girêdayî dewlea Tirk ji bo Lîbyayê hatine şandin digihêje hezar çete yî.

Her wiha di torên cîvakî de dîmenek belav bû ku tê de serçeteyek ji Koma Sultan Murat ê bi navê Yûsiv Mirhib xwiya dike ku dibêje ew bi 25 çeteyên din re berê xwe didin Lîbyayê.

Leave a Reply

Back to top button