“Biryara KCK’ê helwestek mirovahî û pîroze”

Parlementerên berê yên Parlementoya Başûrê Kurdistanê diyar kirin, biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyê leşkerî pîroze.

Derbarê biryara KCK’ê a rawestandina çalakiyên leşkerî li Tirkiyê Parlementerê Berê yê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Şêrko Heme Emîn derbarê mijarê de axivî.

Şêrko da zanîn ku PKK’ê mîna her carê pêşengtî ji aştiya Kurdistanê re kir.

Şêrko diyar kir ku helwesta KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî helwestek mirovahiye, cihê rêz û pîroziyê ye.

Derbarê heman mijarê de, Endamê KNK’ê û Parlementerê Berê yê Başûrê Kurdistanê Salar Mehmud jî axivî û got:

“Divê ev bûyera xwezayî bibe wesîleya aştiya siyasî di nava gelê Kurd de.

Di rewşek wiha de, biryara KCK’ê ji bo aştî û sekinandina şer peyamek gelek başe.

Her aliyek pêşengtî ji aştiyê re bike karekî gelek giring dike.”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku KCK’ê, ji ber erdheja 6’ê Sibatê ku li Bakurê û Rojavayê Kurdistanê rûdabû rawestandina çalakiyên leşkerî ragihandibû.

Back to top button