DMME: Bila parlementerên HDP ên girtî werin berdan

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, têkilîdar rewşa parlementerên HDP’ê yên dîlgirtî biryara xwe eşkere kir.
Dadgehê xwestin hevseroka berê Fîgen Yuksekdag û 12 parmeneterên din bêne berdan.

4’ê Mijdara 2016’an hevserok Fîgen Yuksekdag û Selaheddîn Demîrtaş jî di nav de 14 perlementerên HDP’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin.

Daîreya Bilind a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê Kanûna têkildarî serlêdana HDP’ê biryara xwe a pêşî eşkere kiribû.

Wê demê dadgehê tenê rewşa hevserokê berê Demîrtaş nirxand û biryara berdana wî dabû.

Dadgeha Ewrûpayê biryara xwe da derbarê Yuksekdag û 12 parlementerên din eşkere kir.

Û hat xwestin ku parlementerên rehîn têne girtin bêne berdan.

Daîreya Bilind a Dadgehê, biryara xwe dispêre binpêkirina gelek xalan.

DMME: Tirkiyê mafên azadiyê binpê kirine

Li gorî vê,

Dewleta Tirk di mijarên, azadiya ramanê, mafê ewlehî û azadiyê û mafê dadgehkirinê dewleta Tirk neheq binav kir.

Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku di nava van şert û mercan eger parlementerên berê girtî bêne hiştin wê ev yek were wateya dirêjkirina binpêkirina mafan.

Daîreya Bilind biryara beriya niha ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got,

Em di wê baweriyê de ne ku ji bo berdana parlementerên berê yên HDP’ê ku ji azadiyê bêpar hatine hiştin divê hikumet tedbîrên pêwîst werbigire.

Dadgehê wekî di biryar da ku ji bo Nûrsel Aydogan, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk dewlet 16 hezar Euro tazmînata manewî bide her yekî ji wan.

Back to top button