Îtalya: Êdî koçber barekî giran in

Hukûmeta nû ya Îtalyayê ku bi dijberiya xwe a li hemberî koçberan tê naskirin, penaber weke barekî giran binav kirin.
Helwestê hukûmeta rastgir, rê li ber gelek nerazîbûnan vekir.

Bi hezaran koçberên ku hewl didin derbasî Ewrûpayê bibin, gelek caran li peravên Îtalyayê têne rawestandin.

Bi bahaneya ku hatina wan ne rewaye jî daketina wan ji keştiyan a jî serlêdanên wan ên penaberiyê nayên qebûlkirin.

Ev jî dibe sedem ku rewşa wan pir xerab bibe.

Bi hatine hukûmeta nû ya Îtalyayê, diyare ku wê qedera koçberan hê xerabtir bibe.

Di rewşa heyî de keştiyeke koçberan ku ji aliyê 4 saziyên sivîl ve hatibû rizgarkirin, li nêzî bêndera Îtalyayê tê rawestandin.

Hukûmeta Îtalî ji bilî zarokan, rê nade ku kesên din ên li ser keştiyê dakevin xwarê.

Wezîrê Karê Hundir ê Îtalyayê Matteo Piantedosi koçber weke “barê giran” binav kirin û got;

Ew ê tenê kesên diyarkirî karibin ji keştiyê dakevin.

Rêxistinên Maf li dijî vê helwestê nerazîbûn nîşan da û gotin, nabe ku di navbera koçberan de cihêkarî were kirin.

Partiyên muxalefetê li Îtalyayê jî helwesta hukûmetê weke binpêkirina mafê mirovan pênase kirin.

Back to top button