Corona..Li cîhanê rewşa dawî

Li seranserê cihanê jimara kesên bi vîrûsa Corona dikevin nêzî 3 milyonî bûye. Vîrûsa kujer heta niha dawî li jiyana 200 hezar kesî aniye. Cihana ku hîna çareseriyak ji vîrûsê re nedîtiye, ji ber metirsiya hatina pêleke nû ya vîrûsê bifikar e. Her wiha li Wuhana vîrûs jê derketî jî, di nexweşxaneyan de kes bi vîrûsê nema. Ango Çîn ji vîrûsê rehet bûye.

Vîrûsa ku li cîhanê tev de belav dibe, hejmara pêketiyan nêzî 3 milonan dibe û ya qurbaniyan jî 200 hezar derbas kir.

Welatên Fransa, Îtalya û Avustralya hewl dide tedbîrên ketina malan sist bike û amadekariya jiyana asayî dikin.

Li Erebîstana Siûdî jî dê sibê qedexeya kolanan hêdî hêdî rake.

Boris Johnson vedigere karê xwe

Piştî ketina bi vîrûsa koronayê û dûrketina ji karê xwe bo dema zêdeyî sê hefteyan, Serokwezîrê Brîtanyayê roja Duşemê vedigere ser karê xwe.

Tevgera bazarên Îranê normal dibe

Îro roja 3 ya rojiyia meha remezanê.

Mislimanên cîhanê bi awyekî ferdî vê rojiya pêşwazî dikin.

Mizgeftên ku bi dengê meleyan digejiya ev mezgeft vala ne.

Bazarên ku bi qerebalix û tevger bû , îsal ew bazar vala ne.

Îrana ku parekê giran ji Vîrûsa Corona xwar, êdî tevger vedigere normal.

Bazarên Tehrana piştî ku hikomet tedbîrên dijî vîrûsa corona sivik kir, tevgera bazaran hêdî hêdî dibe normal.

Zarokek bi şîr û dayika wî ji vîrûsê baş bûn

Li alîkî din zarokek bi şîr û dayika wî ji vîrûsa corona baş bûn.

Ew zarok hîn di hundirê laşê dayika xwe de bû bi vîrûsê ketbû.

Bijîşkan diyar kir ku ev zarokê bi şîr beriya 40 çêbûye û niha ew û dayika xwe ji vîrûsê baş bûne.

”Dibe ku li Îran pêlek din a vîrûsê belav bibe”

Rojnameya Middle East Eye jî bi sernavê “Rayedarên Îranê ji pêla duyemîn a şewbê ditirsin” agahî parve kir.

Rojnameyê nivîsî ku dibe pêlek din a şewbê belav bibe.

Çîn ji vîrûsê rihet dibe

Çîna ku vîrûsa corona jê derketî û belavî cîhanê bûyî, nexweşxaneyên wê bi temamî ji nexweşên vîrûsê vala ne.

Cîhan bi cavên hêviyekê li vê yekê dinêrin.

Tevgera li Fransa rawestiyaye

Rojiya meha remezanê dest pê kirye.

Mislmanên Fransa jî her sal bi coş û tevger meha rojiya pêşwazî dikirin.

Lê îsal ji ber metirsiya corona misliman nikarên ne fitarên komî çêkin û ne jî nimêje komî ya Terawîha di mizgeftan bikin.

Li bazarên bajêr jî tevgerak pûç heye.

Dikandarên Fransa jî dibêjin tevgera îsal ya meha rojiya ne wek ya pare.

Îtalya ne mîna salên borî roja rizgarkirina xwe pêşwazî kir

Li şûna ku bi hezaran Îtalî di roja rizgarkirian Îtalya ji dagirkeriya Nazî çalkiyên cûda li dardixistin.

Îsla ji ber rewşa coroan û qedexeya derketina derve siysetmedar ji belkona xwe strana şoreşgerî “Bell Tchao” gotin.

Spanya tedbîrên sivik digire

Spanya tedbîrên rûbirûbûna koronayê kêmtir dike û biryar e ji destpêka meha Gulanê ve rê li ber xelkê were vekirin ku ji malên xwe derkevin û li cihên giştî bigerin.

Back to top button