Kedkar û xizmetkarê gelê Kurd Şêx Mûsa koça dawî kir

Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa, ku 27 salan ji bo gelê Kurd xizmet kiriye, duh li Almanyayê ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzê Kurd Şêx Mûsa beriya 3 mehan ji bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî anîbû. Gelek caran serdana Rojava kiribû û destek dabû koçberên Efrîn, Serê Kaniyê.

Avakerekî Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa yê ji Efrînê, duh li bajarê Bonnê yê Almanyayê, ji ber nexweşiya coronayê jiyana xwe ji dest da.

Şêx Mûsa di nava gelê Kurd bi taybetî xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê de yekî naskirî bû.

27 salan ji bo Heyva Sor a Kurdistanê xebitî û ji gelek pêngavên alîkariyê yên ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê re jî pêşengî dikir.

Li kîjan devera Kurdistanê bobelateke xwezayî pêk hatiba, yan jî ji ber zext û zordariya dagirkeran rewşeke tengav rû bidaya, Heyva Sor a Kurdistanê bi pêşengiya Mûsa yekser destê alîkariyê dirêjî wan dikir.

Bi vê armancê, gelek caran çû Rojavayê Kurdistanê, bajarê Qamişlo, herêma Şehbayê, her wiha herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê û alîkarî gihand xelkê li wan herêman, ên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk zerar dîtibûn.

Şêx Mûsa bi kedkariya xwe ya bêrawestan û bi xêrxwaziya xwe dihate naskirin.

KON MED’ê sersaxî ji malbata Şêx Mûsa re xwest

Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya KON-MED’ê têkildarî koça dawî ya Kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê peyameke sersaxiyê da.

KON MED’ê diyar kir ku Şêx Mûsa 27 sal bênavber ji bo gelê Kurd têkoşiya û got;

Em soz didin ku bibîranîna heval Şêx Mûsa her tim di têkoşîna me de zindî bimîne.

Back to top button