Çînê bersiva Amerîka da: girêdana çavkaniya Corona bi siyasetê ve astengî ye

Şerê tawanbariyê derbarê çavkaniya derketina Vîrûsa Coronayê, di navbera DYA û Çînê de careke din gur bûye. Li dijî tewambariyên ser xwe, Çînê bersiva Amerîkayê da.

Balyozxanya Çînê li DYA ragihand ku girêdana çavkaniya derketina Covid-19 bi mijarên siyasî ve li pêşiya xebatên lêpirsînê dibe asteng.

Çînê teqez kir ku “ew ne li dijî ti lêpirsîneke giştî li taqîgehên biyolojî li cîhanê ne.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kiribû ku “Îstxbarata Amerîkayê derbarê çavkaniya derketina Coronayê de hin teoriyên binakok dibêje.”

Biden dabû xuyakirin ku ev teorî dibe ku ihtîmala derketina vîrûsê ji taqîgehekê xurtir bike.

Bi vê yekê jî, teoriya ku dibêje “vîrûs ji taqîgeheke Çînî derketiye” careke din derdikeve holê.

Piştî derketina vîrûsa Coronayê di destpêkên 2020’an de, Ajansên Îstxbaratên Amerîkayê derbarê çavkaniya wê, di nava lêpirsînan de ne.

Back to top button