Hemasê hişyariya derketina şerekî olî li herêmê kir

Yekem car piştî aloziya ji 7’ê Gulanê di navbera Îsraîl û Filistînê de derket û veguherî şer, Serokê Hemas yê Xezayê Yehya Sînwar derket pêşiya çapemeniyê û got:
Ger Îsraîl kiryarên xwe yên li mizgefta Mescîd-î Aqsa û taxa Şêx Cerah ya li Qûdisê dewam bike, wê ev yek bibe sedema şerekî olî li herêmê.

Ev dimenê ji berhema şerê 11 roj yê navbera Îsraîl û komên Filistîniyane.

Serokê Hemas yê Xezayê Yehya Sînwar piştî şer doh cara yekem derket pêşiya çapemeniyê.

Yehya Sînwar destnîşan kir ku di şerê 11 rojî yê bi Îsraîlê re ku hefteya borî bi agirbestek bi navbeynkariya Misrê bidawî bû de, 80 çekdarên wan hatin kuştin.

Ev dane berevajî yên Serokwezîrê Îsraîl Benyamîn Netanyahû dayî derket.

Netanyahû ragihandibû ku nêzî 200 çekdarên Hemasê hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî diyar kiribû ku di encama şerê rûdayî de zêdeyî 250 Filistîniyan jiyan xwe ji dest dane.

Rayedarên Îsraîlê jî îdia kiribûn ku di encama êrîşên komên Filistînê li ser welat de 13 Îsraîliyan jiyana xwe ji dest dane.

Sînwar, Îsraîl hişyar kir ku ger agirbesta heyî binpê bike ev yek wê veguhere şerê olî yê li herêmê.

Serokê Hemas yê Xezayê ji ber piştevaniya madî ya Misir û Qeterê jî spasiya wan kir.

Rojnameya Haaretz wêneyên zarokên Filistînî yên di şerê Xeza de hatine kuştin wşand

Her wiha rojnameya Haaretz ya Îsraîlê jî wêneyê zarokên Filistînî yên li Xeza di şer de hatine kuştin kir manşeta xwe.

Rojnameyê bi sernavê “Berdêla şer eve” helwesta xwe ya li dijî şerê heyî nîşan da.

Back to top button