Nordic Monitor: Tirkiye li Afrîkayê sîxuran li dijî rikberan bi cih dike

Malpera Nordic Monitor a Swêdî, çalakiyên balyozxaneya Enqereyê ya li Mozambîkê eşkere kirin ku ya dawî li wir, sîxuran li dijî tevgera rikberan a derveyî Tirkiyê bi cih dike.

Nordic Monitorê peyameke dîplomatîk a razber ku baloyozxaneya Tirkiyê 16 Îlona 2016’an ji Mozambîkê şandibû Enqereyê, bi dest xist.

Monitorê da xuyakirin ku ev name, di dema Îlîn Taşan “balyoza yekem li Mozambîkê” de, hatibû şandin.

Tê de, navên 32 sîxur û hin kompaniyên Tirkî ên girêdayî koma Fethullah Gülen hebûn ku, Erdogan wan bi teror û darbeya 2016’an, tawanbar dike.

Malpera Swêdî destnîşan kir ku, gavên balyozxaneyên Tirkiyê yên bicihkirina sîxuran derveyî welat, di çarçoveya pûçkirina tevgera rikber û girtina wan de tên avêtin.

Belgeya navborî, bikaranîna Erdogan a balyozxaneyan weke binpêkirineke herî mezin a hevpeymanên navneteweyî raber dike.

Back to top button