KCK’ê ji bo çalakiya fedayî ya Mehmet Akar daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo Ciwanê Kurd Mehmet Akar ê ku li Amedê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo xwe şewitan daxuyaniyek da û got:
“Rêber Apo bi zelalî diyar kir ku ew qîmetê dide vê îradeyê dinirxîne lê van kirinan napejirîne û li şûna van çalakiyan divê çalakiyên afirînertir û cudatir bên kirin.
Divê gel û ciwanên kurd vî tiştî weke talîmata Rêber Apo bibînin û li gorî wê tevbigerin.”

Şeva 16’ê Çile 2023’an de ciwanê kurd Mihemed Akarê 25 salî li ser sûra Amedê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo agir berda bedena xwe û got: Bila ronahiya agirê bedena min Îmraliyê ronî bike”

Têkildarî çalakiya şehîd Mihemed Akar Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê di şexsê şehîd Mihemed Akar de hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîranî û got:

KCK: Şehîd Mihemed bi sekna xwe komploya faşîzma AKP-MHP’ê vala derxist

Mihemed Akar ciwananeke welatparêz, xwediyê hêstê welatparizî û azadiyê bû.
Faşîsma AKP-MHP’ê bi şerê taybet û bikaranîna malbatê xwest ciwanê kurd Akar ê ku dixwest li dijî dagirkerî û faşîzmê têkoşîn bikin asteng bike.

Lê şehîd Mihemed Akar bi sekna xwe lîstik, şerê taybet, koplo û planên faşîzma dewleta dagirker yê desthilata AKP-MHP’ê vala derxist.

Divê her kes wateya vê helwestê baş bixwînê. Kurd geleke ku têkoşîna azadiyê dimeşînin e, doza gelê kurd rewa ye, Berdêla wî çi dibe bila bibe dev ji doza xwe berna de.”

KCK’ê bang malbatên ku ketine xefika şerê taybet ê dewleta tirk û li ber avahiya HDP’ê rûniştine jî kir û got:

Divê ev malbat zanibin ku bi vê helwesta xwe, wê tu feydeyê nedin xwe û zarokên xwe.

Berpirsiyarê xitimandina pirsgirêka Kurd û hemû êşên Kurdan hikûmeta AKP-MHP’ê ye.

Lewma divê malbat dev ji van helwestên şaş berdin û bertekên xwe nîşanî AKP-MHP’ê bidin.

Divê Gelê Kurdistanê û ciwan zêdetir xwedî li Rêber Apo derbikevin

KCK’ê dazanîn ku şehîd Mihemed Akar bi nameya pişt xwe hiştiye peyam da ye her kesî taybet jî ciwanên Amedê û waha domand:

“Gelê Kurd ê welatparêz û ciwanên Kurdistanê divê li gor peyama şehîdan zêdetir, bi awayekî xurt xwedî li Rêber Apo derbikevin.

Heval Mehmet Akar, di destpêkê de peyamek da ciwanên Amedê û bang li ciwanên Amedê kir ku zêdetir xwedî li têkoşînê derbikevin.

Çalakiya xwe saet 21:21’an de li dar xist û ji gel û ciwanên Amedê re peyam da. Wateya vê peyamê pir kûr e.

Heval Mehmet Akar di heman demê de bang li hemû gelê Kurd û ciwanên welatparêz kir ku li dijî tecrîda Rêber Apo bêhtir têbikoşin.”

KCK: Çalakiyên bi vî rengî divê neyên kirin, Rêber Apo jî qebûl nake

KCK’ê di diyar kir ku ew çalakiyên bi vî rengî napejîrînin û di dawî de ev bang kir:

“Em bi wesîleya şehadeta heval Mehmet Akar careke din bi awayekî eşkere diyar dikin ku em çalakiyên bi vî rengî napejirînin.

Bê guman çalakiya heval Mehmet Akar mînakekî mezin a wêrekî, fedakarî û dilsozî ye.

Rêber Apo bi awayekî zelal diyar kir ku ew vê îradeyê pir bi nirx dibîne, lê çalakiyên bi vî rengî qebûl nake û li şûna çalakiyên bi vî rengî divê çalakiyên afirîner û cuda bên kirin.

Gelê Kurd û ciwanên Kurd divê vê weke talîmata Rêber Apo bibînin û li gorî wê tevbigerin. Divê teqez çalakiyên xweşewitandinê êdî neyên kirin.”

Li Mêrdînê welatparêzê Kurd Weysî Taş ji bo şermezarkirina tecrîdê xwe şewitand

Back to top button