Li Mozanbîkê ji ber babilîsoka herî kêm 53 kes mirin

Li başûrê Afrîka bobilîsoka rabûyî ziyanek zêde da Mozanbîkê. Heftiya bihurî li Mozambîkê babilîsoka Gombeyê rabûbû, babilîsokê 53 kes kuştin.

Li gorî bîlançoyê ku rayedarên eyaleta Nempûle dane, ku babilîsokê bi giştî ziyan dabû wir, 53 kes mirin.

Beriya niha hatibû gotin babilîsokê 22 kes kuştibûn.

Lê hate diyarkirin li Lungayê ya bajaroka Mosssurîlê ya li perava Okyanosa Hîndê 31 cenazeyên din jî hatine dîtin.

Berpirsê eyaletê Mety Gondola ji radyoya dewletê re axivî û got, ”rewşeke dramatîk e”.

Gondola diyar kir tîmên alîkariya pêşî li qadên ku babilîsokê lê daye xebatan didomînin û dibe ku jimara miriyan zêdetir bibin.

Babilîsoka Gombeyê 11’ê Adarê li eyaleta Nampûla û cîranê wê Zambezîyê dabû.

Babilîsokê bi hezaran xanî hilweşand.

Back to top button