Li Japonya bi pileya 7,4 erdhej pêk hat

Li Japonya bi pileya 7,4 erdhejek bihêz pêk hat. Di erdhejê de herî kêm 4 kes mirin û 107 jî birîndar bûn. Her wiha xisareke zêde jî li avahî û rêyan bû.

Berdevkê hikûmetê Hirokazu Matsuno ragihand ku di erdhejê de, 4 kes mirine û 107 jî birîndar bûne.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand navenda erdhejê 60 kîlometre di bin erdê de li rojhilatê Fukuşîma pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku beriya vê erdhejê çend deqeyan li herêmê erdhejeke din a bi 6,1 pileyî pêk hatiye.

Ji ber erdhejê li herêmê xisarên madî çêbûn.

Hat ragihandin ku ji ber erdheja li herêmê di rêyên otoban de qelişînên kur û li firoşgehan jî ziyan pêk hatine.

Dîwarên Keleha Aoba ya li bajarê Sendayê hilweşiyane.

Şîrketa Rêhesinê ya Japonî di daxuyaniyekê de ragihand, trêneke bilez a li bakurê Fukushima ji rê derket.

Hat ragihandin ku 75 rêwî û 3 personel bi qasî 4 saetan di trênê de asê mane, lê ti birîndar û kuştî çênebûne.

Erdhej li paytext Tokyo hate hîskirin.

Back to top button