Bi hatina salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin.. Di çalakiyan de dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya navdewletî li hember hovîtiya dewleta Tirk hat şermezarkirin.
Bi hatina salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin…
Meclisa Kantona Efrînê, vê boneyê li Kampa Serdem a Şehbayê daxuyanî da..
Di daxuyaniyê de îşaret bi binpêkirinên hovane hat kirin û wiha hat gotin:
“Gelê Efrînê ku beriya 4 salan bi darê zorê ji axa bav û kalên xwe koçber bûne, qonaxa duyemîn a berxwedana xwe didomînin…
Berdêl çi dibe bila bibe, ew ê berxwedan heta vegera Efrînê bidome..
Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê jî daxuyaniyek dan û salvegera dagirkirina Efrînê şermezarkirin
Li Kobanê bi hezaran kes daketin qadan
Li Kobanê jî bi hezaran welatî derketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin..
Bi hezaran kes li qada Şehîd Egîd kom bûn û ber bi qada Jina Azad ve meşiyan..
Di meşa ku veguherî mîtîngê de hat gotin: Dagirkirina Efrînê, rûreşiya li ser eniya Cîhanê ye…
Li herêma Cizîrê bi dehhezaran kes meşiyan û dagirkerî şermezar kirin
Bi heman armancê, bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê jî daketin qadan..
Li bajarê Hesekê, bi hezaran kes li ser pira Miftî kom bûn û ber bi qada şehîd Serhed ve meşiyan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin..
Li Dirbêsiyê welatiyan ji pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest bi çalakiyê kirin û heta sûka navçeyê meşiyan…
Li navçeya Tiltemirê jî meşê ji pêşiya meclisa malbatên şehîdan dest pê kir û heta qada kolana Filistîn dewam kir…
Li navçeya Holê jî gel meşiya û dagirkerî şermezar kirin..
Kampa Serêkaniyê û Waşokanî
Li kampên Serêkaniyê û Waşokanî jî daxuyanî hatin dayîn û dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin..
Li bajarê Qamişlo, bi dehhezaran welatî kom bûn û bi çalakiyeke bi heybet dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin…
Li bajarê Dêrikê jî bi hezaran kes ji Qada Azadî ber bi sûka navendî de meşiyan û dagirkeriya li Efrînê û bêdengiya navnetewî şermezar kirin..
Di çalakiyan de berxwedana Efrîniyan a li kampan hat silavkirin..
Li bajarê Girkê legê jî bi hezaran welatî li qada Şehîd Xebat kom bûn û bi çalakiyeke girseyî ber bi Sûka navendî ve meşiyan..
Li navçeya Çilaxa jî bi sedan welatî li pêşiya qada Geraca bajar kom bûn û li nava bajar meşiyan û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan şermezar kirin
Her wiha li Navçeya Tirbesipyê jî gel kom bû û ji pêşiya navenda Kongra star dest bi meşê kirin û li tevahî bajar geriyan.