Cemîl Bayik: AKP-MHP hevrikên xwe weke dijminekî dibîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik gelek mijarên girîng yên di rojevê de nirxandin.
Cemîl Bayik diyar kir ku gelekî girîng e Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de bi xurtî bê biserxistin.
Lazime deng li dijî Tayyîp Erdogan bê bikaranîn.
Dirûşma vê hilbijartinê divê bi vî rengî be: Rêya Yekane Çepên Kesk e.

Tenê 10 roj ji Hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re mane..

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî vê yekê ji rojnameya Serxwebûnê re nirxandin kir.

Cemîl Bayik diyar kir ku AKP-MHP hevrikên xwe weke dijminekî dibîne ji ber vê yekê serî li her rê û rêbazê dide.

“Ev hilbijartin ne weke hilbijartina xistina desthilatdariyekê û avakirina desthilatdariyeke nû tê dîtin.

Tirsa wan ew e ku polîtîka û mejiyê ku dema wê qediya ye, ji holê bê rakirin.

Lewma bi vê hilbijartinê re wê ispat bibe ku li Tirkiyeyê desthilatdarî dikarin bi hilbijartinê biguherin an na.

Eger hêzên demokrasiyê sekneke xurt nîşan bidin wê ji bo siyaseta Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng biafirîne.”

Cemîl Bayik: Demokratîkbûn wê bi têkoşînê bibe

Bayik tekez kir ku şaş e mirov bi vê hilbijartinê bikeve bendewariya demokratîkbûna Tirkiyê û wiha domand:

Ji ber ku dijminatiya li Kurdan, mejiyekî paşverû û rastiyeke civakî ye .

Lewma demokratîkbûn wê bi têkoşînê bibe

Dema ku mijar pirsgirêka Kurd be, şaş e ku mirov bibêje wê bi bazariyê encam bê bidestxistin.

Bi hilbijartinê re faşîzm wê di çeperekê de hatibe têkbirin.

Lê belê têkbirina wê ya bi temamî wê bi têkoşînê dibe.”

Cemîl Bayik: Divê Partiya Çepên Kesk li ser xeta HDP’ê bimeşe

Cemîl Bayik anî ziman ku di vê hilbjartinê de divê li ser xeta HDP’ê têkoşîneke bi bandor bê meşandin .

HDP ne partiyeke Kurdan, ne partiyeke Elewiyan ne jî partiyeke beşeke din a civakî ye.

Ihtimala girtina HDP’ê bilind bû, ji ber wê biryar dan ku bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bibin.

Eger HDP bê girtin, diyar e ku xeta HDP’ê wê bi Partiya Çepên Kesk dewam bike.

Partiya Çepên Kesk bû yek ji pêkhateyên girîng ên Tifaqa Ked û Azadiyê.

Cemîl Bayik: Rêya yekan e Partiya Çepên Kesk e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dawiyê bang li her kesî kir ku heta ji wan bê bixebitin..

Divê bê kirin ku Partiya Çepên Kesk bi rengekî xurt di hilbijartinê de bi ser bikeve.

Ji bo têkbirina Tayyîp Erdogan deng bê bikaranîn.

Ji ber vê jî divê dirûşma hilbijartinê bi vî rengî be:

Rêya yekane Partiya Çepên Kesk e.

Eger têkoşîn bi biryardarî dewam bike, bi xurtî xwedî li sindoqan bê derketin, hingî desthilatdariya heyî wê têk biçe.

Back to top button