Li Qamişloyê bi hezaran madeyên hişbir hatin desteser kirin

Roja Şemiyê hêzên Asayîşê li bajarê Qamişloyê kesên ku madeyên hişbir belav dikirin li gel du karkerên ku li depoya dermanan dixebitîn, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşê eşkere kir ku di encama kemînekê de, 2 kesên madeyên hişbir di nava welatiyan de belav dikirin, hatin zeftkirin.

Li gor Asayîşê, bi rêya mikurhatinên van herdu kesan, 2 kesên ku di depoyên dermanan de, heb peyda dikirin, hatine girtin.

Piştî lêgerîna di depoyê de, hejmarek mezin ji hebên hişbir û dermanên dembuhirî wekî (Hebên hişbir , Derzî , Heroîn , qutiyên dermanên Dilop , vîtamîna D3) hatine dîtin û destserkirin.

Asayîşê ragihand ku piştî lêpirsînê sûcdar bo Dozgeriya Giştî hatine birêkirin.

Back to top button