Nîqaşên li ser parastina serweriya Îraqê

Duh şandek Wezareta Karê Hindir ya Iraqê serdana Hewlêrê kir û bi berpirsên Wezareta Pêşmergeyan re civiya. Hate ragihandin di civînê de parastina sînorên Iraq ya bi Tirkiye û Îranê re hatiye guftugokirin û lihevkirinek hevpar çêbûye. Li aliyê din Parlementerê Iraqê Soran Omer diyar kir ku civînên parlementoya Iraqê yên derbarê êrişên dewleta Tirk û rejima Îranê de bê encam derbas bûne.

Ev demeke li aliyên siyasî yên Îraqê û parlemento de qale êrişên dewleta Tirk û Îranê li ser serweriya welat tê kirin.

Duh şandek Wezareta Karê Hindir ya Iraqê serdana Hewlêrê kir û bi berpirsên Wezareta Pêşmergeyan re civiya.

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî derbarê mijarê de daxuyaniyek da..

Di daxuyaniya Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî de hate gotin:

Hewlêr û bexda dibêjin ew ê hêzê li sînor bi cih bikin

“Di civînê de parastina sînorên Iraq ya bi Tirkiye û Îranê re hate guftugokirin û lihevkirinek çêbû.

Li gorî lihevkirinê wê parêzvanên sînor di 26 noqteyên sifir ên sînor de werin bicihkirin.

Ev yek bi şertê ku hêzên pêşmerge piştgiriya parêzvanên sînor bike, hatiye erê kirin.”

Hêjayî gotinê ye rojnamevan Dilgeş Sason ku li herêmên parastinê yên Medyayê rewşê dişopîne, agahî dabû ajansa Rojnews ku gotibû:

“Di navbera Tirkiye-Iraq-PDK’ê de trafîka hevdîtinê heye û ev jî nîşaneyên planên nû ne.”

Soran Omer: Civînên derbarê êrişên Tirkiyê û Îranê de bê encam bûn

Li aliyên din, parlementerê Iraqê Soran Omer doh li ofîsa Parlementoya Iraqê ya li Silêmaniyê derbarê mijara êrişan de civînek çapemeniyê lidarxist.

Soran Omer behsa civîna parlementoya Iraqê ya ku wê li ser êrişên dewleta Tirk û rejima Îranê pêk bihata kir û got: “Civîn bê encam derbas bûye. Ji ber ku hikûmeta Iraqê nikare serweriya welatê xwe biparêze.

Sedemê lewaziya Iraqê ew e ku aliyên hikûmeta Iraqê û yên Başûrê Kurdistanê her yek bi şêwazek cûda li gel van welatên ku serweriya Iraqê binpê dikin de di nava peywendiyan de ye.”

Soran Omer diyar kir wan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine ku kesên di encama êrişên dewleta Tirk û Îranê de jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne wek şehîd û gazî werin hesibandin.

Back to top button