Li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî rêber APO bertek zêde dibin.Li bajarê Kobanê û Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û şikandina tecrîda girankirî çalakiyên konvedanê pêk hatin. Her wiha Kongra Star a navçeya Şedadê bi serenavê ‘Pirsgirka jin di siyasetê nêrîna rêber Ocelan de’ panelek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li dar xist.
Çalakiya konvedanê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê pêk hat.
Bi sedan şêniyên kantonê tev li çalakiyê bûn.
Kesên tevlî çalakiyê bûn anîn ziman ku heta rêber Abdullah Ocalan azad bibe ew ê her li qadan têbikoşin.
Tê payîn ku çalakiya konvedanê îro bi dawî bibe.
Çalakiya konvedanê a li dijî tecrîdê li Minbicê bi daxuyaniyekê bi dawî bû
Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêbr Abdullah Ocalan bi koordîneya Akademiya Civaka Demokratîk a Minbicê, Komîteya Tenduristiyê û Meclisa Dada Civakî re, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO duh çalakiya konê da destpêkirin.
Jinên Minbicê yên beşdarî çalakiya konê bûn diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Çalakiya konvedayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de hate gotin:
Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan didome li dijî hiqûqê ye.
Divê êdî Rêber APO bi fizîkî azad bibe
Kongra Star li navçeya Şedadê li dijî tecrîdê panelek li dar xist
Li Hemberî tecrîda giran a li dijî rêber APO Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê, li dijî tecrîdê dest bi li darxistina panelên jinan kir.
Kongra Star a navçeya Şedadê bi serenavê ‘Pirsgirka jin di siyasetê nêrîna rêber Ocelan de’ panelek li dar xist.
Endamên jin ên komîte, partiyê siyasî, meclisên sivîl yên navçeyên Şedadê, Mergeda, Deşîne, Ebdan û Eşîre tev li panelê bûn.
Endama rêveber a Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd li ser armanca lidarxistina van panelan got:
Kiryarên li dijî rêber Ocalan li dijî exlaq û qanûnên navneteweyî ye.
Rêber Ocalan di felsefeya xwe cihekî girîng da azadiya jinan.
Bi saya fikr û felsefeya wî jin bi azadî dijî.



