IOM: 85 Hezar koçberên Iraqê di rewşek xirab de ne

Rêxistina Koçberan a Navnetewî (IOM) ragihand ku 85 hezar penaberên Iraqê ji ber nebûna xizmet û ewlekariyê di rewşek xirab de ne û hate gotin; “Nêzî milyonek û 17 hezar kes li Iraqê hîn jî di rewşa penaberan de jiyan dikin.”

Rêxistina Koçberan a Navnetewî (International Organisation for Migration) di raporek xwe de ragihand ku 85 hezar penaberên Iraqê ji ber nebûna xizmet û parastina ewlekariyê, di rewşek xirab de jiyan dikin.

Di rapora IOM de tê gotin; “Penaber li 125 herêman hatine bicihkirin, piraniya xwe li Selahedîn, Enbar û Musilê bicih bûne. Rewşa wan xirabe, niha penabertiya dem dirêj bûye diyardeyek.

Nêzî milyonek û 17 hezar kes li Iraqê hîn jî di rewşa penabertiyê de jiyan dikin.”

Li gorî raporê, li parêzgeha Selahedîn 20 hezar û 484 kes, li parêzgeha Enbarê 16 hezar û 962 kes û li parêzgeha Mûsilê jî 10 hezar û 512 kes koçber bûne.

Hêjayî gotinê ye ku PDK rê nade bi hezaran penaberên di wargehên Başûrê Kurdistanê de vegerin ser malên xwe.

Bi taybet hîn jî bi hezaran penaberên xelkê Şengalê di wargehan de bi zorê tên ragirtin.

Back to top button