2023’ê ber bi sala herî germ ve diçe

Servîsa Guherîna Avhewa ya Copericus ragihand ku li gorî daneyên ber destê wan dibe ku 2023 bibe sala herî germ.

Xizmeta Guhertina Avhewayê ya Copernicus (C3S), a ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve tê fînanse kirin, ragihand ku dibe 2023 bibe sala herî germ a tomarkirî.

Hat diyarkirin ku germahiya navencî ya global ji meha Çileyê ve 1,43 pile ji pileya di dawiya salên 1800’î de hatine tomarkirin, zêdetir e.

Pileya germahiyê di Cotmehê de ji pileya germahiya 2019’an hatî tomarkirin derbas kiriye.

Cîgira Rêveberê Karûbarên Guhertina Avhewayê ya Copernicus Samantha Burgess wiha got:

“Rekor bi 0,4 pileyî hat şikandin.

Ev jî ferqeke mezin e.”

Burgess anormaliya germahiya Cotmehê wekî “pir tund” binav kir.

Zanyar diyar dikin ku diyardeya atmosferê ya bi navê El Niño, ku dibe sedema germbûna rûyê avê li rojhilatê Oqyanûsa Pasîfîk û her wiha derketina gaza serayê, di zêdebûna germahiyê de bi bandor e.

Meha herî germ a ku li seranserê cîhanê hatî tomar kirin sala 2016 bû.

Burgess got,

“Em hema bi guman dikarin bibêjin ku 2023 dê bibe sala herî germ a tomarkirî.”

Daneyên Copernicus vedigerin salên 1940’î.

Burgess wiha domand:

“Eger em daneyên xwe bi daneyên Panela Guhertina Avhewayê ya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC) re bikin yek, em dikarin bibêjin di 125 hezar salên dawî de sala herî germ e.”

Guherîna avhewa ya gerdûnî dibe sedem ku bûyerên xwezayî yên tund her tim zêde bibin.

Îsal li Lîbyayê bi hezaran kes di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Li Afrîkaya Başûr pêlên germê yên dijwar rû da û Kanada jî şewatên herî mezin ên daristanan ên ku di dîrokê de nehatine tomarkiri.

Her çend dewletan ji bo kêmkirina belavkirina gaza serayê hedefên ambargoyê danîbin jî, ev armanc nehatine bicihanîn.

Back to top button