Li Spanyayê pêşnûmeya efûyê ya ji bo Katalanên girtî di rojevê de ye

Li Spanyayê pêşnûme qanûna serbest berdana Katalanên gitî di rojevê de ye.
Serokwezîrê Spanyayê Sanchez ji bo serbestberdana wan pêşnûme qanûnekî amade dike.
Lê li Spanyayê kesên faşîst li dijî vê yekê derdikevin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ji bo serbestberdana Katalonên ku daxwaza serxwebûnê kiribûn pêşnûme qanûnekî amade dike.

Li Spanyayê faşîstan, pêşnûmeya efûyê protestokirin

Bi hezaran aktîvîstên rastgir ên tundrew amadekariya pêşnûmeya qanûnê ya ji bo serbestberdana Kataloniyan pirotesto kirin.

Xwepêşander li ber navenda Partiya Sosyalîst a bi pêşengiya Sanchez a li paytexta Spanyayê Madrîdê kom bûn û çalakî lidarxistin.

Di dema çalakiyê de di navbera polîsan û xwepêşandêran de pevçûn derket.

6 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Di çalakiyê bi hezaran kes hatin ba hev silavên faşîstane dan.

Sanchez wê bi alîkariya Katalanan hikumetek nû ava bike

Partiya Serokwezîr Sanchez di hilbijartinên giştî yên meha tîrmehê de nekarî piraniya hikumetê ava bike.

Ji be vê yekî ji bo avakirina hikumetekî nû di nava hewildana de ye.

Di çarçoveya van danûstandinan de, ji bo bidestxistina piştevaniya her du partiyên Katalan, Partiya Serokwezîr Sanchez hevdîtinên xwe didomîne.

Lewma pêşnûmeqanûnek ji bo efûkirina siyasetmedarên cudaxwaz ên Katalan amade dike.

Pêşengên referandûma serxwebûna Katalonyayê girtî ne

Ev kesên girtî di sala 2017’an de bi hinceta daxwaza referandûma serxwebûna Katalonyayê organîze kiribe hatibûn girtin.

Sanchez hevdîtinên xwe yên bi siyasetmedarê cudaxwaz ê Katalan Carles Puigdemont re jî didomînine.

Puigdemont piştî daxwaza referandûmê sirgûnî Belçîkayê bibû.

Bi vê re Serokwezîr Sanchez hewil dide ku efûyekî ji bo wan derxîne, da ku herdu partiyên Katalan jî di avakirina hikumetê de pişgîriya wî bikin.

Lê alîgirên faşîstan li dijî azadiya girtiyên Katalonan derdikevin.

Back to top button