Serokwezîrê Portekîzê Costa dest ji erka xwe berda

Serokwezîrê Portekîzê António Costa piştî lêpirsîna polîsan a derheqê wê de bi awayekî sosret ji erka xwe îstifa kir.

Costa di axaftina xwe ya kurt de ku bi zindî li televîzyonê hate weşandin, îstifa xwe ragihand û got:

“Li gorî min, di karê serokwezîrtiyê de tu gumanek li ser durustiyê nîne, ji ber vê yekê nabe ku gumanê sûcdariyê lê were kirin.”

Siyasetmedarê sosyalîst destnîşan kir ku wijdanê wî rehet e û ji ber lêpirsînê ew gelekî matmayî maye.

Portekiz medyasında yer alan haberlere göre soruşturma, Montalegre’deki lityum madeninin ruhsat sürecinde ve Sines kenti yakınlarındaki yeşil hidrojen üretimi planlarında rüşvet ve adam kayırma suçlamalarını da içeriyor.

Hat diyarkirin ku di serdegirtinên polîsan û çarçoveya lêpirsînê hatin kirin de 5 kes hatine girtin.

Serdozgeriya Komarê diyarkir polîsan bi ser avahiya Serokwezîrtiyê, avahiyên Wezareta Jîngeh, Binesaziyê û gelek cihên din de girtine.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku Dadgeha Bilind bi gumana ku Serokwezîr di karên derqanûnî de cihê xwe girtiye ketiye bin lêpirsînê.

Lewma heta niha jî lêkolînan didomîne.

Back to top button