Ji teleskopa Euclid wêneyên ji kûrahiya fezayê hatin parvekirin

Wêneyên despêkê ên kûrahiya gerdûnê ji teleskopa Euclid hatin parvekirin.
Li gorî Ajansa Fezayê ya Ewropayê ESA, ev wêne ji bo astronomiyê şoreşek e.

Wêneyên despêkê yên teleskopa fezayê ya Ewropayê Euclid di çarçoveya erka xwe ya çêkirina nexşeya sêalî ya gerdûnê de şandibû, hatin parvekirin.

Seriyê Hespê Nebula heta niha bi tevahî nehatibû nîşandan.

Di komstêrka Orionê de cih digire û wekî ‘Barnard 33’ jî tê zanîn.

Ev Nebula ‘koma stêran’ a yek ji herêmên herî nêzik ên Sîstema Rojê ye.

Seriyê Hespê Nebula ku 1,375 salên ronahiyê dûrî me ye, wekî ewrê tarî di paşperdeya tîrêjên ultraviyole de ye.

Yek ji geştirîn stêrkên komstêrka Orionê tê pênase kirin.

Komek din a bi navê NGC 6397, ku 7800 salên ronahiyê dûrî cîhanê ye, çend sed hezar stêrkên ku ji hêla gravîtasyonê ve bi hev ve hatine girêdan, tîne cem hev.

Ji Enstîtuya Neteweyî ya Astrofizîkê ya Îtalyayê Davide Massari got;

Euclid teleskopa yekem e ku “dikaribû komê bi tevahî bişopîne û di heman demê de stêrkên kêmtir geş ên li dora wê ji hev cuda bike.”

Zanyar hêvî dikin ku Euclid wê stêrkên din ên li dû van koman tespît bike.

Zanyar Rene Laureijs ê di projeya ESAyê de cih digire, diyar dike ku teleskopê hêj stêrk li pey koma NGC 6397 nedîtiye.

ESA: Ev wêne ji bo astronomiyê şoreşek e

Li gorî Ajansa Fezayê ya Ewropayê ESA, ev wêne ji bo astronomiyê şoreşek e.

Cara yekem, zanyaran karîbûn ronahiya qels ne ji komê, lê ji stêrkên ku ji ber lihevketina di navbera galaksiyan de li pey xwe hiştin, bibînin.

Astronom difikirin ku komikek weha tenê bi saya madeya tarî dikare çêbibe.

Back to top button