Ji ber qutbûna xeta Tebq-Hesekê 2 rojan kehrebe li Hesekê nebû

Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ev çend rojin li ser pirsgirêka elektirîkê ku di xeta Tebq- Hesekê derketibû dixebite û ew çareser kir.

Ji ber ku xetên kerebeyê ên Tebqa- Hesekê ji xizmetê derketibûn, çend rojin kehrebe li ser bajarê Hesekê û gundên wê qut bûbû.

Mudîriyeta Elektirîkê ji bo çarserkirina vê pirsgirêkê ev çend rojin bê navber dixebixe.

Têkildarî mijarê Hervserokê Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ekrem Silêman agahî dan.

Ekrem Silêman diyar kir ku xetên kehrebê yên ji bendava Tebqa- Hesekê qut bûbûn lewma elektirîk nedihat.

Silêman da zanîn ku Tîmên wan 2 rojan bê navber xet çêdikirn û duh bi şev careke din kehrebe hat berdan..

Wê wekî seatên berê, kehrebe li taxan were belavkirin.

Back to top button