Ji çar aliyên cîhanê tîmên alîkariyê li Tirkiyê ne

Malwêraniya ku erdhejê li Bakurê Kurdistanê bi xwere dayî avakirin, bûye sedema bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin.
Xemsariya rejîma Tirkiyê, banga alîkariya gel zêdetir dike.
Ji Amerîka heta Taywan, Ji Îsraîl heta Japonya ji çar aliyên cîhanê tîmenê lêgerîn-rizgarkirinê berê xwe daane herêmê.
Serokê AFAD’ê ragihand ku heta niha ji 65 welatan tîmên alîkariyê gihiştine Tirkiyê.

Erdheja bi hêza 7,7 û 7,6 li Mereşê rûdayî bandora xwe li 10 parêzgehên herêmê kir.

Xemsariya rejîma Tirkiyê, banga alîkariya gel zêdetir kir.

Ji çar aliyên cîhanê ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo piştevaniyê xwe gihandin Tirkiyê.

Serokê Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) Yunus Sezer da zanîn ku heta niha ji 65 welatan daxwaza alîkariyê hatiye kirin û got,

“Em li gorî plansaziyan daxwazên alîkariyê yên van welatan vediguhêzin.”

Heta niha ji 65 welatan tîmên alîkariyê gihiştine Tirkiyê

  • Azerbeycan

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ragihand ku ji Azerbaycanê tîmeke rizgarkirinê ya ji 420 kesan pêk tê şandin Tirkiyê.

  • DYA

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku ji bo piştgiriyê bidin xebatên lêgerîn û xilaskirinê ew ê ekîbeke ji 158 kesan bişînin herêmê.

Ev tîm wê weke 2 beşan werin şandin.

  • Meksîka

Meksîkayê bi fermana Serokê welat Andres Manuel Lopez Obrador ekîba lêgerîn û xilaskirinê ya ji 145 kesan pêk tê şandin Tirkiyê.

  • Almanya

Tîmeke ji 41 kes û 7 kûçikan pêk tê ji bo beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibin ji bajarê Kolnê yê Almanyayê bo Tirkiyê hatin şandin.

  • Fransa

Hat ragihandin ku 2 ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên ji 136 kesan pêk tê ji Fransa ketin rê.

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna diyar kir ku ekîbên wan ber bi Tirkiyê ve diçin.

  • Polonya

Hikûmeta Polonyayê tîmeke lêgerîn û xilaskirinê ya ji 76 agirkuj û 8 kûçikan pêk tê dişîne çihê erdhejê.

Bi giştî ji welatên YE bo tirkiye heta niha 1115 xebatkarên tima rizgarkirin û 72 kuçikên perwerdekirî ji bo xwe bigihînin cihê erdhejê ketine rê.

  • Rûsya

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku ew amade ne alîkariya Tirkiyê bikin.

Wezaretê diyar kir ku ew amade ne 2 balafirên alîkariyê yên IL-76 ligel yekîneyên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku ji bilî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên bi roj hatine şandin, danê êvarê jî tîmên nû derketin rê.

Ji Amerîka heta Taywan, ji Îsraîlê heta Japonyayê; Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji çar aliyê cîhanê ji bo alîkariyê li Tirkiyê ne.

YE tîmên rizgarkirinê dişîne Bakurê Kurdistanê

Back to top button