ARTÊŞA TIRK ÇIYAYÊ SADIR YÊ HERÊMA PIŞDERÊ BOMBEBARAN KIR

Artêşa Tirk a dagirker êrîş û binpêkirinên xwe li ser xaka Başûrê kurdistanê didomîne.

Herî dawî jî Balafirên şer yên Tirk çiyayê Sadir yê Raperîn a başûrê kurdistanê bombebaran kir.

Balafirên şer yên Tirk îro derdora saetên nîrvro çiyayê Sadir yê nêzî gundê Qeletukan a girêdayî bajaroka Jarawa ya herêma Pişderê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, balafirên şer nêzî nîv saetê herêm bombe kir.
Têkildarî ziyanan ti agahiyên pişt rast nehatine bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye ku artêşa dewleta Tirk gelek baregehên xwe li Başûrê kurdistanê bi cih kiriye.
Her wiha rojek derbas nabe jî ku artêşa Tirk êrîşan li ser xaka Başûr neke.

 

Leave a Reply

Back to top button