HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku gerîla li bejahiya navçeya Licê ya Amedê konvoya leşkerî kirin hedef û 13 dagirker ceza kirine. Her wiha HPG’ê ragihand ku êrişên dagirkeran ên li dijî herêma parastina medyayê berdewame.
Dewleta Tirk a dagirker ev demeke li herêmên Amedê operasyona dagirkeriyê daye destpêkirin.
Têkildarî şerê li wir Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
HPG’ê ragihand di 30’ê Nîsanê de hêzên wan li dijî operasyona dagirkeran çalakiyek li dar xistine û ev agahî parve kirin:
HPG: Li Amedê 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin
“Artêşa Tirk a dagirker di 6 mehên dawî de li herêmê operasyon pêk tîne û kemînan datîne.
Hêzên me 30’ê Nîsanê li heman herêmê bi taktîkên sabotajê karwanê leşkerî ya ku derdiket operasyonê hedef girt.
Di encamê de wesayiteke leşkerî hat rûxandin û 13 dagirkerên têde hatin cezakirin.
Operasyonên li herêmê heta 5’ê Gulanê dewam kirin û bê encam bi dawî bûye.”
HPG’ê diyar kir ku 10’ê Gulanê li heman herêmê di operasyonê de du hevreyên wan gihîştine şehadetê.
Artêşa Tirk a dagirker 66 caran çeperên berxwedanê bomberkir
Li aliyê din HPG’ê ragihand ku li herêma Zapê û Metînayê dagirkerên ku êriş kirin rastî xweparastina hêzên gêrîla hatin.
HPG’ê derbarê êrişan de got: “Di 16, 17 û 18’ê Gulanê de çeperên berxwedanê 22 caran bi balafirên şer 7 caran bi helîkopteran û 37 jî caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”