Şêniyên taxa Şêxmeqsûd bi meşekî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin.
Meş bi pêşengtiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a şaxê taxên Şêxmeqsûd û Helebê pêk hat.
Şênî li pêşiya hola 8`ê Adarê ya li rojavayê taxê, kom bû û dest bi çalakiya xwe kir.
Şêniyan heta bi taxa Eşrefiye ve meşiyan.
Li taxê xwepêşandan rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Rêveberiya Nivîsgeh Têkiliyan a PYD`yê Eyşe Hiso axivî.
Eyşe berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, axa dagirkirî rizgar bibe, dê bêwestan kar û xebat bikin.
Eyşe Hiso di dawî de bang li hemû kesî kir ku li dijî tecrîdê xwedî helwst bin.