Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Li Îranê ji 1 heta 11’ê Sibatê weke salvegera Şoreşa 1979’an tê pîrozkirin.
Li îsal bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” re welatî peyama ku ev deshilat dema xwe qediyaye dide.
Piştevaniya bo serhildanê ya li derveyî welat jî didome.

Her sal Komara Îslamî ya Îranê ji 1 heta 11’ê Sibatê weke salvegera serkeftina Şoreşa 1979’an ku wek şoreşa îslamî pênase dike, bibîrtîne.

Salvegera îsal hemwextê mezintirîn û berfirehtirîn pêla xwepêşandana di nava 44 salên desthilata Komarê Îslamê de ye.

Li Tebrîzê peykerê Besicî hate şewitandin

Doh di roja yekemîn ya despêkirina salvegerê de li bajarê Ebdanan ê parêzgeha Îlamê, ciwan carek din daketin kolanan û dirûşmeyên dijî desthilatiyê gotin.

Ciwanên Kurd ên li Ebdanan, li maydana bajêr peykerek yê Besicî şewitandin û bi temamî xirabkirin.

Saetên şevê li Tebrîz jî kuleyek ya ragihandinê ku ji aliyê qenalek fermî ya dewletê ve dihat karanîn, ji aliyê ciwanan ve hat şewitandin.

Her wiha li gel dewambûna xwepêşandanan, girtin, revandin û windakirinên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve jî didome.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes hatin biçavkirin

Doh bi 10’an kes li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin binçavkirin.

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo 3 xwepêşanderên bi navê ‘Erşiya Berzîn, Kiyanuş Ezemî û Parsa Kerîmî’ bi giştî 58 meh cezayê girtîgehê û 222 qamçe lê hatin birîn.

Di çerçoveya nerazîbûnên li dijî girtin û zexta li ser beşên cuda cuda yên civakê, duh Sendîkaya Azadiya Karkeran girtin, cezakirin û derxistina hêjmarek mamostayên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezar kirin.

Her wiha destnîşankirin ku Wezareta Perwerdeyê bi şêweyên cuda cuda zextên li ser mamostayan zêdekiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê zext were bidawîkirin û wiha hate gotin:

“Ji bo çareserkirina beşekî biçûk yê krîza darayî û kêmkirina qeyranên kombûyî, ti pêngavek biçûk jî navêje, tenê tişta ku di xema wê de talankirina malên welat e.”

Ji 470 kesên navdar piştevaniya bo serhildanê

Li ser asta dervey welat jî piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her ku diçe zêdetir dibe.

Duh bi nameyekê 470 kesan ku hêjmarek kesên ku xelata Nobelê girtîn jî navde bûn, bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina xwepêşanderên Îranê bi her awayî hewl bidin.

Xwepêşdandanên ku ji meha Îlona 2022’an ve dewamin, qedera Komara Îslamî di 45. salvegera wê de vegerandine pêvajoya ber bi dawî hatinê.

Back to top button