Çîn li derdora Taywanê dizivire

Artêşa Çînê li derdora girava Taywanê tê û diçe.
Wezareta parastinê ya Taywanê ragihadn ku şevê din heta îro siharê artêşa Çînê li derdora giravê ranewestiyaye.
Wezaretê got;
23 hêzên hewayî û 4 keştiyên şer li derdora giravê hatine dîtin.

Çîn polîtîkaya xwe ya tirsandina Taywanê didomîne.

Artêşa Çînê tevgera xwe ya li derdora gravê zêde kiriye.

Wezareta Parastinê ya Taywanê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Taywan: Li derdora giravê 23 balafir û 4 keştiyên Çînê hatine dîtin

Wezaretê diyar kir ku 3 balafirên şer, dewriyeya deryayî ya tîpa “Y-8 ASW”, îstixbarata elektronîk a cureya “Y-8 ELINT” û “KJ” hebûn.

Dewriyeya hewayî ya bi tîpa -500″ hat qeydkirin ku balefirên hişyariyê yên zû û drona leşkerî ya tîpa “BKZ-005” jî hebûn.

Hate ragihandin ku ev hêz xeta sînorê diyarkirî yê navbera herdu aliyan de derbas kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 23 balafirên leşkerî û 4 keştiyên şer ên li derdora giravê hatin tesbîtkirin bi amûrên şopandina elektronîk, balafirên dewriyê, keştî û pergalên moşekî ên bejayî hatin şopandin.

Firîn û dewriyeyên keştiyê piştî ku serokê nû yê Komara Çek Petr Pavel peywendiyek telefonî ligel Seroka Taywanê Tsai Ing-Wen kirî pêk hat.

Pekînê bi hinceta ku “prensîba yek-çîn binpê dike” û “bi derew îşaret bi hêzên cudaxwaz ên ku serxwebûna Taywanê diparêzin” da, civîna ku wekî “destwerdana karûbarên navxweyî” binav kir protesto kir.

Wezareta Parastinê ya Taywanê duh jî ragihandibû ku li derdora giravê 34 balafirên leşkerî yên Çînê û 9 keştiyên şer hatine dîtin.

Piştî seredana Seroka Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî Nancy Pelosi di Tebaxa 2022’an de, Çînê tetbîqatên leşkerî yên li derdora giravê zêde kiribû.

Gelek caran balafirên Çînê xeta sînorê navbera herdu aliyan derbas kirin.

Pekîn giravê wekî beşek ji xaka xwe dihesibîne, tekezî li ser “prensîba Çînê yek” dike û li dijî danîna têkiliyên dîplomatîk ên serbixwe yên Taywanê bi welatên cîhanê re, ye.

Li gorî Çînê divê têkiliyên dîplomatîk ên bi Taywanê re bên qut kirin.

Back to top button