Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşîgirtina li koçberiya qaçax planek ji çar xalan pêk tê ragihand.
Di nav tedbîran de şandina balafirên bêmirov ên li ser sînorê Tirkiye-Bûlgarîstanê û zêdekirina hebûna Frontexê jî heye.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen beriya lûtkeya taybet a YE’yê ya ji bo koçberiyê, planek ji 4 xalan pêk tê pêşkêşî Parlamenta Ewropayê (PE) kir.
Von der Leyen di axaftina xwe ya pêşkêşiyê de bal kişand ser pêwîstiya zêdetir ewlekirina sînorên derve yên YE û xurtkirina hevkariya bi welatên sêyemîn re ji bo pêşîgirtina li koçberiya qaçax.
Seroka Komîsyona YEyê îşaret bi tedbîrên ku li ser sînorê Tirkiyê ji bo pêşîgirtina li koçberiya qaçax bê girtin kir û wiha got:
Sînorê Bûlgarîstan-Tirkiyeyê bi tedbîrên wekî balafirên bêmirov (ÎHA) û zêdekirina hebûna Ajansa Ewlekariya Sînor û Peravê ya YE pêkan e.
Ursula von der Leyen, anî ziman ku koçberiya qaçax a li ser Deryaya Spî gelek caran dibe sedema windakirina jiyanê û ev tişt anî ziman:
“Divê em di koordînasyona xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de piştgiriyê bidin welatên endam û hevkarên xwe yên li Bakurê Afrîkayê.”
Seroka Komîsyona Ewropayê destnîşan kir ku divê têkoşîna li dijî qaçaxçiyên mirovan jî bê xurtkirin.
Wê pêkanînên dersînorkirinê bên xurtkirin
Von der Leyen bal kişand ku divê YE vegerê zêde bike û destnîşan kir ku her sal li welatên YEyê nêzî 300 hezar biryarên vegerê tên girtin, lê tenê 70 hezar ji wan dikarin bên cîbicîkirin.
Serokê Komisyonê diyar kir ku biryara dersînorkirinê ya ku li welatekî Yekîtiya Ewropayê hatiye dayîn, divê li hemû welatên endam derbasdar be û got,
“Eger kesê ku daxwaza penaberiya wî li Îtalyayê hat redkirin, were Fransayê, dikare ji wî/wê re were şandin.
Sîstema Agahiyê ya Şengenê ya ku wê di meha Adarê de bê tetbîqkirin, wê vê bike.”
Serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê wê 9’ê Sibatê di lûtkeya taybet a derbarê koçberan de bicivin.
Ursula von der Leyen jî îdia dike ku wê plana wê ya ji 4 xalan pêk tê çareseriya herî baş be.
Pakta Koçberî û Penaberiyê ya Îlona 2020’an ji aliyê Komîsyona YEyê ve hat pêşkêşkirin ku tê de başkirina pêvajoyên penaberiyê û parvekirina adilane ji ber nerazîbûnên welatên endam nekarî were bicihanîn.



