Niyaz Hemîd: Eger PDK dest bi şerekî birakujiyê bike, dê bixwe xwe tune bike

Pisporê siyasî û Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd da zanîn ku Tirkiye bêyî agahiya Amerîka û NATO’yê, nikare ti êrîşê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Niyaz Hemîd diyar kir ku Waşington û NATO ji bo dagirkeriya başûr rê ji Enqereyê re xweş dikin û rasterast piştgiriyê didinê.

Pisporê siyasî destnîşan kir ku dewleta Tirkî ya dagirker di nav PDK’ê de rêxistineke girêdayî MÎT’ê ava kiriye.

Niyaz Hemîd anî ziman ku PDK’ê hemû destkeftiyên herêmê radestî Tirkiyeya dagirker kirine û erka parastina baregehên leşkerî yên dagirkeriyê li xwe girtiye.

pisporê siyasî û Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd da xuyakirin ku Tirkiyeya dagirker dixwaze PKK’ê bi destê PDK’ê lawaz bike û Kurdistanê bike wekî Qubrisê û tekez kir eger PDK dest bi şerekî birakujiyê bike, wê bixwe xwe tune bike.

Back to top button