Li Bakurê Kurdistanê erdje

Di nava 20 salên dawiyê de, yek ji erdheja herî wêranker li bajarê Mereş yê bakurê kurdistanê pêk hat.
Avahiyên mezin hilweşiyan.
Heta niha tenê li bakurê Kurdistanê nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bêtirî 5 hezar û 300 kes jî birîndar bûn.
Bandora erdhejê ya li ser rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî giran bû.
Li herêmê bi sedan kes mirin û birîndar bûn.

Tariya şevê de, erdhejek pêk hat.

Hîna nehatî ferqkirin de, avahî peyhev hilweşiyan.

Nêzî hezaran kes mirin û bêtirî 5 hezar jî birîndar bûn.

Li Mereşê bi pileya 7.8 erdje pêk hat

Li Mereşê bi pileya 7.8 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn.

Erdhej bandor li gelek deveran kir.

Jimara kesên di erdhejê de mirîn derket 912’an

Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan têkildarî erdhejê û bandora wê ya li 10 bajarên din daxuyanî da.

Erdogan di daxuyaniya li Serokatiya AFAD’ê de got;

Piştî erdheja Erzînganê ya di sala 1939’an, mezintirîn karesat pêk hatiye.

Ji bo alîkariyê, li rex waliyên 10 bajaran her wiha 10 waliyên din jî hatine peywirdarkirin.

Di halê hazir de 9 hezar xebatkar tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.

Ji AFAD’ê bo welatiyan hişyarî

AFAD’ê jî bang li welatiyan kir:

“Pêwendiya xwe bi serwîsa peyaman SMS’ û sepanên înternetê yên peyaman deynin.

Ji xeynî rewşên jiyanî telefonê bi kar neynin.”

HDP ji bo mexdurên erdhejê serferber bûye

Partiya Demokratîk a gelan HDP’ê ji bo xebatên li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî li Amed û Edeneyê tev li xebatan bibûn.

Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.

Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bandora erdhejê

Erdheja bihêz ya li Mereş û Dîlok ya bakurê Kurdistanê bandoreke zêde li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî kir.

Herî zêde erdhejê bandor li Idlib,helep Hema, lazqiyê, Tartus û Reqa bandorek zêde pêk hat.

Li Sûriye û Rojava bêtirî 427 kes ji ber erdhejê mirin e

Li gorî nûçeyên çapemeniya hikumeta Şamê spartî berpirsên xwe tê gotin, heta niha li giştî herêmên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê 427 lesam kouama xwe ko dest dame û bi nêzî hezara ji birîndar bûye.

Li Bakurê Kurdistan û Sûriyê bi pileya 7.4 erd hejiya

Back to top button