Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Ebdirehman Er 8 roj in di rojiya mirinê de ne

Her du ciwanên Kurd Mezlûm Dag û Ebderehman Er ên li Hewlêrê girtî ne li dijî binpêkirinên mafên mirovan 8 roj in dest bi rojiya mirinê kirine.

Ciwanên Kurd Mezlûm Dag û Ebd-Elrehman Er bi îdîaya kuştina sîxurê MÎT’ê Osman Kose hatin darizandin û dadgeha PDK’ê cezayê îdamê li wan birî.

Her du ciwan ku li Hewlêrê girtî ne, 8 roj in di rojiya mirinê de ne.

Dag û Er bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku ji ber şert û mercên ne baş wan daxwazname dane da ku girtîgeha ew lê ne bê guhertin, lê belê daxwaza wan bêbersiv maye.

Dag û Er dan zanîn ku rayedarên emniyetê yên ku li ser binpêkirina mafên mirovan pê re axivîne, ji wan re gotine ‘Ji ber ku we dîplomat kuştine em vê dikin’.

Her wiha ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya her du ciwanan ber bi nebaşiyê ve diçe û di nava 8 rojan de 10 kîlo kêm kirine, xwînê vedireşin.

Back to top button