BINPÊKIRINÊN MEHA HEZÎRANÊ LI HERÊMÊN DI BIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DE HATIN BELGE KIRIN

Navenda belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, kirin û bipêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakurê Sûrî bi belgenameyekê eşker kirin.

Navendê di belgenameya xwe de diyar kir ku tenê di meha Hezîranê de, 4 jê zarok 39 sivîl li ser destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.

Piraniya van sivîlan jî bi riya êşkenceyê jiyana xwe ji dest dane.

Bi dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajar û herêmên Bakurê Sûrî re, yekser artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê kîn û dilreşiya xwe li ser deveran û şêniyên van herêman re nîşan da.
Tevî ku ev binpêkirin rojane bi dîmen û belge tên eşkerekirn jî, lê hîn jî cîhan ji bêdengiya xwe şiyar nebûye.
Navenda belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, kirin û bipêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakurê Sûrî bi belgenameyekê eşker kirin.
Navendê di belgenameya xwe de tenê binpêkirinên meha Hezîrana 2019an de yên li ser destên dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere dike.
Kirin û binpêkirinên dewleta Tirk a dgirker û çeteyên wê li herêmên di bin dagirkeriya wê de li Bakurê Sûrî wiha ne:
– 4 jê zarok 39 sivlî hatin kuştin ku piraniya wan di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane.
– 110 sivîl hatine revandin, 11 ji wan hatine êşkencekirn û 18 fideye ji wan hatine xwestin.
– Di nav de 11 zarok, 154 sivîl birîndar bûne, ew jî ji ber êşkence û serdegirtina malên wan.
– Bêhtirî 7 caran êrîşên esmanî li ser deverên sivîl lê dimînin hatiye kirin.
Di encamê de 11 sivîl nava kuştî û birîndar çêbûn.
– Di encamê şerê navxweyî yê çeteyan de 21 çete hatine kuştin.
– Li ser sînor kuştiyek û 11 birîndar hene.
– Di serdegirtina malên sivîlan de:
12 mal wek navendên leşkerî û zindan hatine veguheztin.
4 mal bi zanebûn hatine şewtandin û 9 jî hatine rûxandin.
– 5 termên nenas hatine dîtin.
Navenda belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê di belgenameya xwe de destnîşan kir ku li dijî van binpêkirinan, li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di meha Hezîranê de bêhtirî 6 xwepêşandan hatine lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button