Rêber Apo bahsa bûyera 31’ê Tebaxê dike

Di 31’ê Tebaxa 1996’an de PDK’ê rê li rejîma Baasê vekir û ketin Hewêrê.
Di wê demê de du serkirdeyên YNK’ê Hêro Îbrahîm û Fuad Mehsum jî ketibûn destê PDK’ê.
PDK biryara kuştina wan da bûn, lê ew ji aliyê Rêber Apo ve hatin rizgarkirin.

Di 31’ê Tebaxê te çi qewimî?

Rêber Apo serkirdeyên YNK’ê yên wê demê Hêro Îbrahîm Ehmed, Fuad Mehsum ku PDK’ê dîlgirtibû girtîbû rizgar kir?

Rêber Apo radigihîne ku nûnerê wê demê yê PDK’ê yê Şamê re radigîhinin ku divê serkirdeyên YNK’ê yên di destê PDK’ê de parastî bin.”

Li gorî gotina şahidên wê demê, Rêber Apo di peyama xwe de dibêje;

“Destdayîna wan serkirdeyên YNK’ê wê bibe sedema şer.”

Piştî vê peyama Rêber Apo çend rojek derbas dibe serkirdeyên YNK’ê tên berdan.

Di şerê PDK û YNK’ê de rola aşitiyê ya Rêber Apo

Rêber Apo di hevpeyvînek xwe ya wê demê li gel Rojnameya Şerqil Ewset a Erebî de diyardike ew amadeye navbeynkariyê bilîze û wiha dibêje;

“Em wek PKK’ê amadene ku rola navbeynkarî di navbera her du aliyan de bikin.

Em yekîtiyek demokratîk û netewî ji bo Kurdan esas digrin.”

Rêber Apo di heman hevpeyvînê de nirxandinek dîrokî ji bo aloziya navbera YNK’ê û PDK’ê dike û dibêje:

“Aloziyên navbera PDK’ê û YNK’ê beşeke ji aloziyên di dîroka têkoşîna gelê Kurd de wek rêbazek berdewame.

Lê belê derketiye ku ev rêbaz ti destkeftek ji bo Kurdan bidest naxe.”

Peyama Rêber Apo ya ji bo pêkanîna yekîtiya netewî

Têkildarî pêkanîna yekîtiya gelê Kurd Rêber Apo hîn wê demê digot:

“Ji bo yekîtiya nava aliyan de pêk bê em hewildanên xwe zêdetir dikin.

Lê her aliyek neyê nava vê yekîtiyê û di helwesta xwe ya nerênî de israr bike, em ê ji wî alî dûrkevin.

Em ê xwe nêzî aliyên ku xwedî helwesta erênî ne bikin.

Ne tenê PDK û YNK gelek eşîr, rêkxiraw û sazî hene em dikarin peywendiyên xwe li gel wan de bipêşxin bi hêlin ku ev yekîtî pêk bê.”

Rêber Apo: Di êrişa li ser Hewlêrê de destê Tirkiyê jî hebû

Di heman hevpeyvînê de Rêberê Apo hebûna destê dewleta Tirk di bûyerên 31’ê Tebaxê de eşkere dike û dibêje;

Beriya êrişa li ser Hewlêrê, peywendiya PDK’ê li gel Iraq û Tirkiyeyê hebû.

Li gel vê yekê de jî Tirkiyeyê piştgiriya êrişa Iraqê kiriye.”

Back to top button