31’ê Tebaxê li beramberî gelê Kurd xiyanetek mezin bû

Çavdêrê siyasî yê Hewlêrê Kawa Nadir û Fermandarê Lîwaya 111 ya pêşmergeyên YNK’ê Şefîq Çavsîn derbarê vê yekê axivîn.
Kesayetan diyar kir ku PDK çawa 31’ê Tebaxê xiyanet kir û bi destê rejîma Baasê Hewlêr dagirkir, niha jî bi xiyanetê re mijûle.

Di 31’ê Tebaxa 1996’ê PDK’ê tankên rejîma Baas’a Iraqê ya di bin serokatiya dîktatorê darvekirî Sedam Husên de anîn ser Parlamentoya Başûrê Kurdistanê.

”Ev roj di rîroka PDK’ê de roja xiyaneta dîrokî ye ”

Çavdêrê siyasî yê Hewlêrê Kawa Nadir derbarê vê yekê axivî.

Kawa Nadir diyar kir ku PDK’ê bi destê hêzên rejîma Baas ku bi sed hezaran Kurd bi Enfal û kîmyabaranan kir êrişê Hewlêrê kir û Hewlêrê ji YNK’ê stand û got:

”Heta ku hizb û partiyên malbatan desthilatdar bin, wê bi dehan bûyerên weke xiyaneta 31’ê Tebaxê dê dubare bi serê gelê Kurd biqewimin.

Ji ber ku armanca wan tenê berjwendiyên malbatî û desthilat di destê xwe de hiştine.”

Fermandarê YNK’ê Şefîq Çavşîn: PDK’ê niha jî weke 31’ê tebaxê bi xiyanetê re mijûle

Fermandarê Lîwaya 111 ya pêşmergeyên YNK’ê Şefîq Çavsîn derbarê xiyaneta PDK ‘ê di 31’ê tebaxê de got :

“PDK çawa 31’ê Tebaxê xiyanet kir û bi destê rejîma Baasê Hewlêr dagirkir, îro jî disa dixwaze bi destê dagirkerên kurdistanê xiyaneta xwe bidomîne.

Şefîq ÇavşînMixabin hêzeke Kurd bi dijmenê Kurdan re hevkarî kir’

Mixabin hêzek Kurd bi dijminek weke Baasê ku destê wê di xwîna hezaran Kurd de bû, hevkarî kir.”

Derbarê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser şengalê Şefîd destnîşan kir ku ew di wê demê de
fermandarê lîwaya 111 ya Şengalê bû .

Şefîq Çavşîn anî ziman ku di wê demê de bê ku guleyek were teqandin, herêm hate radestkirin.

Şefîq Çavşîn: PKK hêzek niştîmanî û Kurdistanî ye

Fermandarê lîwaya 111 an derbarê parastina pkk ji şengalê re got:

” PKK her çar parçeyên Kurdistanê weke xaka xwe dibîne û xebat ji bo wê dike.

Ji bo vê PKK hêzek nîştimanî û Kurdistanî ye.

Şefîq Çavşîn: PDK ji bo desthilata xwe xaka Kurdistanê difroşe

Lê PDK newisaye

PDK xak, herêm û hêz difroşe dagirkerên kurdistanê.

Ger ji destê PDK’ê were, wê hemû rojan hêzên biyanî bîne ser xaka Kurdistanê.

ji ber ku tenê desthilata malbatê esas digre, kurdistan ne xemawî ye”

Back to top button