Jina temen mezin a 107 salî ya ji Holandayê Cornelia Ras ku bi vîrûsa corona ketibû, vîrûs têk bir û tenduristiya wê baş bû.
Vîrûsa corona li tevahî cîhanê belav bûye û heta niha ji ber wê zêdeyî 83 hezar kes mirine.
Di demekê de ku êdî her kes bi vîrûsê dimirin, mînakeke balkêş derket.
Li Bajarê Lahey ê Hollandayê jina temen mezin, Cornelia Ras ku bi corona ketibû baş bû.
Cornelia Ras, 107 salî û li Bajaroka Sommels dijî bi corona ket.
Ras, piştî demekê ji derman-kirinê, vîrûs têk bir û tenduristiya wê baş bû.
Ev rewş di wextekê de ku ji ber vîrûsa coronayê herî zêde yên temen mezin dimirin.
Bi vî awayî ev dibe mînake din a têk-birina vê vîrûsê.