Mercan Dêrsim li dijî qirkirinê, xwe feda kir

Ji bo azadiyê têkoşîna xwe mezin kir, bi hêviya ku ava Çemê Perî û Mûnzûrê bigihîne hev tevlî şer dibû. Belê, gerîlaya jin Mercan Dersim yek ji jinên pêşeng ên ku li dijî êrîşên qirkirinê çalakiyeke fedayî pêk anî.
Li ser şopa wê bi hezaran jin îro mîrasê wê yê têkoşînê dewam dikin.

Mercan Dersim ji nava malbateke Elewî û welatparêz li gundê Şîrnan ê Çewlikê ji dayikbû.

Mercan ji ber zext û zordariya dewletê, tevî malbata xwe neçar ma koçî Stenbolê bike.

Li wir dest bi xwendina dibistanê kir.

Mercan Dersim, li navenda neheqiyê, li devera bê-edaletiyê serî li ber her şêweyên zilmê hilda.

Destpêkê Mercan tevgera şoreşgerên Kurdistanê nas kir.

Wê dît ku serkeftina têkoşînê bi fedakariya wê dibe.

Lewra di asta milîtana pêşeng de, li nava refên Partiya Maoîst Komunîst MKP’ê dest bi meşa şoreşgerî kir.

2013’an jî Mercan berê xwe da çiyayên Dersimê.

Li wir, Mercan têkoşîna ji bo azadiyê mezin kir, bû gêrîlayeke pêşeng.

Mercan bi hêviya ku ava Çemê Perî û Mûnzûrê bigihîne hev tevlî şer bû.

Her ku ji çiyê hez kir bedew bû, her ku bedew bû dilsoziya bi dozê re şer kir.

Li warê Zarîfeyan bû gerîlayeke mezin û bû hevrêya Aynûr, Baran û Delalan.

1’ê Tebaxa 2017’an gerîlaya sor Mercan ji bo pêşî li êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bigire, çalakiyeke fedayî pêk anî.

Mercan xwe li xaka çiyayên Dersimê ne-qişand, ber bi ebediyetê ve meşiya û bû rûyê biratiya gelan.

Mercan Dersim şervana jin a leheng Bandoz û Seyîd Rizayan gihand hev e.

Li ser şopa Mercan îro bi deh-hezaran jin têkoşîna wê dewam dikin û ji bo azadiyê şer dikin.

Back to top button