Artêşa Israîlî û Hemas bi mûşekan êrîşî hev kir

Balefirên Artêşa Îsraîlê, êrîşên asmanî li dijî Xezzayê pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ev êrîş piştî ku ji Xezzayê 2 mûşek ber bi baregehên Îsraîlê ve hatibûn avêtin, pêk hat.

Artêşê, diyar kir ku wan nuqteyên tevgera Hemasê yên li Xezzayê û di nav de nuqteyên çêkirina çek û jêrzemînan, topbaran kiriye.

Balafirên şer ên Îsraîlê her wiha gelek dever û erdên çandiniyê yên li başûrê Xezzayê jî bombebaran kir.

Back to top button