JI NÛ VE ZINDÎ KIRINA ÇETEYÊN DAIŞ LI BERLÎNÊ HEWLDANA ÊRÎŞEK TERORÊ RÛ DA

Li xeta trenê ya paytexta Almanya Berlînê alarma teror.

Di encam lêkolîna li herêmê de ala çeteyên DAIŞ’ê hat dîtin.

Roja Yekşemê di xeta trenê ya paytexta Almanya Berlînê pirsgirêkekê rû da.

Tê gotin, pirsgirêka li xeta trenê ji ber hewldaneke êrîşa terorê rû daye.

Hate ragihandin ku di encama lêkolîna polîsan de derket holê ku pirsgirêka rû da ji ber êrîşeke sabotajê bû.

Di lêkolînê de derket ku aleke çeteyên DAIŞ’ê û nêzî 60 belavokên bi îmzeya çeteyên DAÎŞ’ê hatine dîtin.

Di belavokan de gefxwarinên çeteyên DAIŞ li welatên Ewropayê hebûn.

Polîsên Berlînê diyar kir ku delîlên hatine bidestxistin nîşan didin ku DAÎŞ’ê amadekariya êrîşekê kiriye.

Leave a Reply

Back to top button