Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê û Kombûna Jinên Zenûbiya li Minbicê bi daxuyaniyên cuda kuştina zaroka 13 salî li Hesekê şermezar kirin. Di daxuyaniyan de banga darizandina sucdaran hat kirin.
Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo, kuştina zaroka 13 salî ya bi navê Îda El-Seîdo li Hesekê bi tundî şermezar kir.
Weqfa Jinê destnîşan kir ku zaroka ku hatiye kuştin bi lêdan, heqaret, rûreşî û destdirêjî lê hatiye kirin û bûye qurbana zewaca temenê biçûk.
Ev bûyer ne cara yekemîn e ku rû dide, yek ji sûcên ku her roj tê dubarekirin e.
Weqfa Jina Azad a li Sûriyê bang li sazî û dezgehên pêwendîdar kir ku sûcdar bi awayekî giran ceza bikin.
Jinên Reqayê: Heta Darizandina sucdaran em ê li qadan bin
Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê jî bi daxuyaniyekê kuştina zaroka 13 salî şermezar kir û diyar kir ku ev sûc nîşaneya paşketinê dike.
Jinan anî ziman ku sûcdaran namûs kirin hincet da ku kuştin û hovîtiya xwe rewa bikin, lê ev sûc namûsê paqij nake û tolê raneke.
Jinan teqez kirin heta ku hesab ji sûcdaran neyê xwestin ew ê rûnenên û wê her li dijî êrişên li ser jinan bisekinin.
Di dawiyê de bang li jinên ciwanan hat kirin ku dakevin qadên têkoşîn û berxwedanê da ku li hemberî mêrdestî û hovîtiyê bisekinin.
Kuştina Îda Li Minbicê hat şermezarkirin
Kombûna Jinên Zenûbiya li Minbicê jî bi daxuyaniyekê kuştina Îda El-Seîdo şermezar kir û banga darizandina sûcdaran kir.
Jinan her wiha banga rawestandina êrîşên li dijî jinan kir.