Li nexweşxaneya Gel a Amûdê Beşê dayîngeha zarokan hate vekirin

Ji ber ku pêwîstiya xelkên navçeya Amûdê bi dayîngeha zarokan li nexweşxaneya gel hebû, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê cara yekemîn ev beş li Nexweşxaneya Gel vekir.

Ev beş ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û Heyîva Sor a Kurd ve hate vekirin.

Ev beş zarokan wê bê pere baldariyê bi zarokan bike û rê li ber riyên dirêj û xweşkirina pereyan bigire.

Beş li ser destê Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Îqbal Ehmed bi beşdariya kadroyên tenduristî yên beşa dayîngehê û nexweşxaneyê, hate vekir.

Piştire bijîşkê beşa dayîngehê Selîm Şewket axivî û vekirina beşê pîroz kir û da zanîn ku ev gaveke mezin ji bo xizmetkirina şêniyan e.

Di vê beşê de 3 alavên dayîngehê hene ku germahî, xwarin û lênêrîna tenduristî bi dirêjahiya 24 saetan dabîn dike hene.

Her wiha ev beş di bin çavdêriya 4 bijîşk û 8 hemşîreyan de bixebite.

Heyêjaye gotinê ye ku ev beşê dayîngeha zarokan yê yekê ye li ser navçeyê ye.

Back to top button