Desteya Tendirustî ya kantona Şehbayê: Ji ber dorpêçê alavên tendirustiyê derbasî herêmê nabe

Desteya Tendirustî ya kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê dorpêçkirina ji aliyê hikumeta Şamê û nederbaskirina alavên tendirustiyê şermezar kirin.

Desteya Tenduristî ya herêma Efrînê bi daxuyaniyekê dorpeça heyî û nederbaskirina alavên tenduristiyê ji bo kampên koçberan ên li herêmê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê bijîşkên nexweşxaneya Avrîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ambargoya li ser herêmê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dayîn, hate şermezarkirin û hate gotin nederbaskirina alavên tendirustiyê xeteriyê ser jiyana sivîlan ava dike.

Desteyê bang li hemû komele û rêxistinên mirovî û navnetewî kir ku helwesta xwe bi awayekî eşkere û zelal li hember vê ambargoyê nîşan bidin û bi erkê xwe rabin.

Back to top button