Mela Bextiyar: Dewleta Tirk dixwaze Başûr bixe ser Tirkiyê û ezmûna li Rojava ji holê rake

Endamê encûmana Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar got, Tirkiyê dixwaze Başûrê Kurdistanê kontrol bike, û ezmûna li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake, ji ber vê divê ev tişt li ber çavan werin girtin.

Ji aliyê xwe ve, hunermend Hesen Şerîf beteka xwe dijî dagirkeriya ser xaka Başûr anî ziman û banga rabûna bi hev re dijî dagirkeriyê kir.

Endamê Encûmena Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar di axaftineke ji bo ragihandina xwe ya hizbî re behsa planên demdirêj ên Tirkiye li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.

Mela Bextiyar da zanîn ku Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê bi ser Tirkiyê zêde bike û got:

“Siyaseta navnetewî ji bo guhertinê di siyaseta xwe de çêbikin, pêwîstî bi dewletên herêmî dibîne.

Mixabin 20 salên borî hemû ew projeyên wan ên hebûn, bi bahara Erebî, her wiha Amerîka ya digot wê herêmê ji eniyeke şer derxe û ji bo vê jî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ji bo demokratîkirinê xist rojevê, negihişt encamê.”

Bextiyar diyar kir ku Tirkiye ji bo pirsgirêka demokrasiyê ya Kurdistanê û mafên demokratîk ên Kurdistanê yek ji welatên herî metirsîdar e.

Endamê Encûmena Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze qalibek bide Başûrê Kurdistanê û ezmûna li Rojavayê Kurdistanê heye ji holê rake, ji ber vê divê ev tişt li ber çavan werin girtin.

Hunermend Hesen Şerîf banga rabûna bi hev re dijî dagirkeriyê kir

Hunermend Hesen Şerîf jî têkildarî dagirkeriya Tirkiyê ser Kurdistanê axivî û banga rabûna bi hev re dijî dagirkeriyê kir.

Back to top button