Artêşa Tirk bi balafireke bêpîlot êrişî Til Rifetê kir

Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê hêzên Rûsya û hikumeta Şamê êrişî şêniyên li herêma Şehbayê dikin. Balefireke bêpîlot ya artêşa dewleta Tirk a dagirker bajarokê Til Rifet yê Şehba bombebaran kir.

Êrîş saetên piştî nîvro de pêk hat.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin, balafireke bêpîlot a artêşa dewleta Tirk a dagirker bi 2 mûşekan bajarokê Til Rifet ê girêdayî kantona Şehbayê kir armanc.

Di derbarê êrişê de, heta niha ti daxuyaniyek fermî ne hatiye dayîn.

Artêşa Tirk a dagirke rû çeteyên xwe, di demên dawiyê de ji bo şêniyên Efrîn û Şehbayê bidin koçberkirin, di warê bejahî û hewayî de êrişên xwe zêde kirine.

Hêzên Rûsya yên li herêmê jî li hemberî êrişê tenê di nava bêdengiyê de ne.

Back to top button