Li başûr malbatên kesên li Behdînan hatin binçavkirin daxuyaniyek hevbeş dan û banga berdana zarokên xwe kirin.
9 çalakvanên siyasî û rojnamevan yên ku ji 2020’an ve li Behdînan hatin binçavkirin wê sibe li Dadgeha 2 ya Ceza ya Hewlêrê werin dadgehkirin.
Malbatên her 9 kesan bi daxuyaniyek hevbeş banga piştgiriyê li her kesê kirin û xwestin sibe li dadgehê amade bin.
Malbatan diyar kirin ku çalakvanên siyasî wê bi îdiaya sûcdariya têkdana asayîşa giştî û kirina ji bo Amerîka, Brîtanya, Mistefa Kazimî û Berhem Salih wê werin dadgehkirin.
Malbatan danzanîn rê li parêzaran hatiye girtin ku li dadgehê amade bin û parastina aktîvîstan bikin.
Malbatan bi vê bangê dawî li daxuyaniya xwe anîn:
“Em bang li hemû mafên mirovan, hiqûqnas, aktîvîst û welatiyên sivîl dikin.
Em hêvî dikin kesên xemxurên vî gelî roja dadgehkirinê bi awayek baş tevlî rûniştinê bibin.
Ji ber ku xizmên me li ser daxwaza mafên giştî hatine binçavkirin.”