Îran.. Hêzên rêjîmê li ser sînorê Şemzînanê ciwanek qetil kir

Hêzên rêjîma Îranê li ser sînorê Şemzînanê ya Colmêrgê ciwanek qetil kir.

Li gundê Şikevtan a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, Rustem Çakmak ê 20 salî bi hinceta ‘binpêkirina sînor’ ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin.

Her wiha cenazeyê Çakmak ji aliyê malbata wî ve ji cihê bûyerê hate rakirin û birin Nexweşxaneya Şemzînanê.

Li ser sînor êrîşên bi vî rengî yên hêzên Îranê yên li dijî welatîyan û bi taybetî kolberan dewam dikin.

Back to top button